Ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê re şahiyek hat lidarxistin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê têkildarî silavkirina keda endamên xwe ku herdu tax û qada Newroza 2025'an parastin û diparêzin, şahiyek li dar xist.

25 adar, 2025   18:24
HELEB

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi şahiyekê keda endamên xwe yên ku bi şev û rojan ewlehiya herdu taxan diparêzin, her wiha qada Newrozê parast, silav kir.

Şahî li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat organîzekirin û tê de endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn keda endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ewlehiya qada Newrozê û ya şêniyan parastin, silav kir.

Piştre hunermend Ferhad Evîn û Koma Agirî ya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin û di ber re govend hatin gerandin.

(mh/fr)

ANHA