NY: Di 72 saetan de zêdetirî 30 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn

Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY'ê ragihand ku di 3 rojên dawîn de zêdetirî 30 hezar kes, piraniya wan ji Sûriyeyê ne, ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn. Koordînatorê Karûbarên Mirovî ya NY'ê yê Lubnanê da zanîn ku ji ber şer zêdetirî 200 hezar kes koçber bûn.

NY: Di 72 saetan de zêdetirî 30 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn
27 îlon, 2024   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê de di 3 rojên dawîn de zêdetirî 30 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûn.

Gunzalo Yosa diyar kir ku ji wan kesan ji sedî 80 Sûriyeyî û ji sedî 20 Lubnanî ne. Her wiha nîva wan zarok û piraniya wan jin in.

 Yosa diyar kir ku komîserî bi hikumeta Şamê û hevkaran re têkildar e ji bo ku makanîzma pêşwazîkirin û bicihkirina penaberan bi rê ve bibin. Her wiha ku Sûriye deriyê xwe ji Lubnaniyên xwedî belge re vekiriye.

Yosa destnîşan kir ku ji ber şer zêdetirî 200 hezar Lubnanî koçber bûn.

(mh)