Artêşa Îsraîlê navenda sereke ya Hizbullahê bombebaran kir

Rojnameyeke israîlî ragihand ku armanca êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê sekreterê giştî yê Hizbullahê Lubnanê Hesen Nesrella ye. Dezgehên çapemeniyê jî ragihandin ku di êrişê de 6 avahî bi temamî wêran bûne.

Artêşa Îsraîlê navenda sereke ya Hizbullahê bombebaran kir
27 îlon, 2024   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êriş navenda sereke ya Hizbullahê Lubnanê ya li başûrê Lubnanê kiriye. 

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got: "Artêşê navenda sereke ya rêxistina Hizbullahê terorîst a li başûrê Lubnanê bombebaran kiriye."

Rojnameya Yedioth Ahronoth jî ragihand ku armanca êrişa Îsraîlê ya li dijî başûrê Lubnanê sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrella ye.

Ajansa çapemeniyê ya nîştimanî ya Lubnanê ragihandibû ku balafirên Îsraîlê êriş başûrê Lubnanê kiriye ku navenda Hizbullahê ye.

Her wiha dezgehên çapemeniyê aşkera kirin ku di êrişê de 6 avahî bi temamî wêran bûne .

(şx)