Şehîd Zeyneb Saroxan li ser gora wê hate bibîranîn

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka berê ya Nivîsgeha Edaletê û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye bi bîr anîn.

Şehîd Zeyneb Saroxan li ser gora wê hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li ser gora wê hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li ser gora wê hate bibîranîn
Şehîd Zeyneb Saroxan li ser gora wê hate bibîranîn
27 îlon, 2024   19:33
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo bîranîna hevseroka berê ya Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê Zeyneb Saroxan merasîmek li dar xist. Şehîd Zeyneb di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de 27`ê Îlona 2022`yan hate şehîdxistin. 

Meclisê merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê li dar xist.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo axivî û sersaxî da malbata şehîd Zeyneb û got: "Dewleta Tirk her tim pêşengên civakê dike hedef. Şehîd Zeyneb ji wan kesan bû ku di oxira şoreşê de tê koşiya. Jinan li herêmên rizgarkirinî bi rêxistin kir û giyanê jina azad belav kir."

Xwişka şehîd Zeyneb Leyla Saroxan axivî û got: "Kombûna me li vir, ji dijmin re peyam e ku em şehîdên xwe ji bîr nakin ji ber ku welatê me bi xwîna wan geş dibe."

Leyla wiha domand: "Zeyneb li ser hezkirina welat mezin bû. Bi vê giyanê berpirs, heta şehadetê tê koşiya."

(şx)

ANHA