NYˊyê daxwaza lihevkirinê di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de kir

NYˊyê banga lezandina gavên çareseriyê li Sûriyeyê kir û daxwaza dûrketina ji gotinên kîndariyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de kir.

NYˊyê daxwaza lihevkirinê di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de kir
18 kanûn, 2025   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku divê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz li ser nexşerêya entegrasyonê li hev bikin.

NYˊyê gotinên kîndarî û tehrîdkirinê li Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku nakokî û gotinên kîndariyê li Sûriyeyê rewşa di navbera pêkhateyên cihêreng ên sûriyeyê gur kir. NYˊê got pêwîstî bi dûrketina ji wan gotinan heye.

(fr)