Nûnerê Fransayê: Divê Sûriye rêzê ji hemû pêkhateyan re bigire

Nûnerê Fransayê li NY'ê Jerome Bonavon daxwaz kir ku Sûriye bibe welatek ku rêzê ji hemû pêkhateyên xwe re bigire û girîngî da guhartina siyasî ya serkeftî.

Nûnerê Fransayê: Divê Sûriye rêzê ji hemû pêkhateyan re bigire
21 îlon, 2025   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekî de li Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî nûnerê Fransayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Jerome Bonavon banga tevlêkirina Sûriyeyê di nav çarçoveya herêmê de kir.

Her wiha Bonavon girîngî da avakirina aştiya civakî û got: "Di mehên dawîn de tundiya taîfî pêş ket û ev jî nîşana gefên li dijî yekbûna pêkhateyên Sûriyeyê ye. Divê rapora komîteya serbixwe ya NY'ê der barê bûyerên tundiyê yên li beravê de were pêşkêşkirin."

Bonavon diyar kir ku divê pêşî li vegera tevgerên terorî were girtin û divê alîkariyên mirovî yên berfireh jî ji bo gelê Sûriyeyê werin pêşkêşkirin.

Di berdewama axaftina xwe de Bonavon destnîşan kir ku Fransa dixwaze piştgiriyê bide guhartina serkeftî û pêşerojeke aram ji herêmê re pêk bîne.

Di dawiya axaftina xwe de Bonavon got ku divê Sûriye bibe welatek ku rêzê ji hemû pêkhateyên xwe re bigire û jin tê de werin xurtkirin û beşdarên rastîn bin.

(mh)