Li Lubnanê êrişa Îsraîlê: 5 kes hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di êrişeke Îsraîlê de li dijî bajarê Bint Cibêl ê başûrê Lubnanê, herî kêm 5 kes hatiye kuştin.

Li Lubnanê êrişa Îsraîlê: 5 kes hatin kuştin
21 îlon, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê de li dijî bajarê Bint Cibêl ê başûr Lubnanê, herî kêm 5 kes hatiye kuştin.

Navenda destwerdana lezgîn a Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku tîmên destwerdana lezgîn karê xwe li cihê êrişê de didomînin ku ihtîmal heye hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Wezaretê aşkera kir ku di êrişên Îsraîlê de yên ji ji Mijdara 2024`an ve, zêdetirî 235 kes hatiye kuştin û zêdetirî 500 kes birîndar bûye.

(şx)