Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Helebê têkildarî têgehên şeklê rêveberiya siberojê ya Sûriyeyê panelek li dar xist. Akademîsyanên hazir nêrînên xwe der barê rastiya federaliyê û pêwîstiya sepandina nenavendîbûnê ji bo siberoja Sûriyaya demokratîk de, parve kirin.

Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
Federalî û nenavendîbûn rojeva panelekê li Helebê
21 îlon, 2025   20:20
HELEB

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo ku pênaseya rast a têgehên rêveberiyê bide nasandin, li bajarê Helebê panelek li dar xist. 

Di panela li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de hatiye lidarxistin, akademîsyenên sûriyeyî, nûnerên partiyan, tevgerên jinan û saziyên civaka sivîl hazir bûn.

NENAVENDÎBÛN… JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK PÊWÎSTÎ YE

Profesorê zanistên civakî ya siyasî yê Zanîngeha Helebê Dr.Ehmed Behrî di panelê de, behsa têgehên nenavendîbûn, navendîbûnê, cureyên nenavendîbûnê kir û ferqa wê ji rêveberiya xwecih, şîrove kir.

Li gorî Behrî, nenavendîbûn; ji bo avakirina saziyên dewletê li ser bingehên demokratîk û hevgirtina civakî, gava pêşîn e.

Behrî wiha domand: “Nenavendîbûna siyasî, rê li pêşiya her herêmekê vedike ku partiyên siyasî, sandîqa, li gorî pergalên hilbijartinan ava bike. Yanî, firehkirina çarçoveyên demokrasiya siyasî ya li ser tevlêbûna her kesî ava bûye. Ji bo sepandina demokrasiyê modela herî guncew e. Barên hikumeta navendî siviktir dike.”

RASTIYA FEDERALIYÊ

Dûre endamê Partiya Sûriya Pêşerojê û akademîsyenê zanîstên siyasî Mistefa Hemşo axivî û behsa têgeha federaliyê kir.

Hemşo wiha domand: “Federalî, teşeyeke pergala desthilatê ye. Li gorî wê, desthilat, li ser 2 astan dabeş dibe. Jê, hikumeta federal li ser asta dewletê û di navbera hikumetên xwecihî de li gorî destûrê. Yanî destûr erkên her du astan diyar dike.”

Li gorî Mistefa, demokrasî, federalî, desthilata xwe ji destûrê û hilbijartinan dibin û anî ziman ku nezanî û nijadperestiya kor, sedema pêşkêşkirina nêrîna berovajî rastiya federaliyê ye.

PÊDIVIYÊN WELATÊ SÛRIYEYÎ

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Lewend Elo, destnîşan kir ku pêwîstiya Sûriyeyê bi pergeleke alternatîf heye ku tevahî pêkhateyan komî ser hev dike, ji bo bidestxistina 2 armancan; parvekirina desthilatê û berhemên bin erd, dixebite.

Elo ev li gotinên xwe zêde kir: “Pergala kantonan (herêman) a girêdayî navendê, siberoja herî guncew e. Li zêdetirî 25 dewletan li ser asta cîhanê ev pergal bi ser ket.”

NAVENDÎBÛNA TENG PÊDIVIYÊN CIVAKÊ BI DEST NAXE

Di nîqaşan de, endamê rêveber ên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê şaxê Helebê Emîn Elîko got: “Tecrubeya Sûriyeyê, îsbat kir ku navendîbûna teng êdî nikare pêdiviyên civakê bi dest bixe.”

Elîko wiha pê de çû: “MSD`ê xwedî nêrîneke siyasî ye. Bi rêya daxuyaniyan û nîqaşan parve kiriye. MSD`ê destnîşan kir ku her du projeyan; nenavendîbûn û federalî, misogera rastîn a yekitiya welêt e ku parvekirina desthilatê û berhemên bin erd bi awayekî adil dabîn dike û maf dide civakên xwecih, xwe bi xwe, xwe birêve bibin.”

Serokê Meclisa Elewiyên Kurd a Sûriyeyê Pîr Comerd Seto jî got: “Dewletên herêmî û cîhanî li ser bingeha ajandeyên xwe yên taybet, bi awayekî neyînî destwerdanê Sûriyeyê dikin. Lewma taîfiyet serwer dibe. Lê di cewherê de, welatiyê sûriyeyî, welatiyek demokratîk e û her kesî qebûl dike.”

(şx)

ANHA