Mamoste û xwendekaran xwest zimanê kurdî bibe zimanekî fermî

Mamoste û xwendekaran perwerdeya bi zimanê kurdî ya tenê 2 saetan red kir û xwest zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û mafê fêrbûna bi zimanê dayikê were mîsogerkirin.

Mamoste û xwendekaran xwest zimanê kurdî bibe zimanekî fermî
3 hezîran, 2026   07:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Daxwazên mamoste û xwendekarên ji bajarê Hesekê yên naskirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de didomin.

Mamosteyê zimanê kurdî Mihemed Haco diyar kir ku gelê Kurd di salên dawîn de destkeftiyên girîng di warê fêrbûna bi zimanê dayikê de bi dest xistin û got: "Li gel guhertinên ku li Rojava çêbûne Kurdan destkeftiyên girîng di warê zimanê dayikê de bi dest xistine. Lê Kurd, mamoste û xwendekar ji tiştên ku îro dibin ne razî ne. Zarokên me û xwendekarên me ji zêdetirî 10 salan ve bi zimanê xwe xwe dixwînin.”

Mamoste Mihemed Haco got destnîuşan kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were qebûlkirin û bi bîr xist ku Kurdan ji bo zimanê xwe bedelên giran dane û îro jî ji bo pêşxistina ziman dixebitin.

Haco di dewama axaftina xwe de pêşniyara hikumeta demkî ya der barê 2 saetên dersa hilbijartî li dibistanan de red kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ne mimkun e ev pêşniyar were nîqaşkirin. Em li ser axa xwe ne, li gorî qanûnên navneteweyî mafên gelên resen e ku bi zimanê xwe yê dayîkê hîn bibin. Mafên Kurdan e jî bi zimanê xwe fêr bibin. Divê meteryalên wergerî kurdî bêne kirin û perwerde bi kurdî were dayîn. Çawa zimanê ere bî di destûrê de heye, divê zimanê kurdî jî di destûrê de bibe zimanekî fermî ji ber zimanê duyemîn ê neteweyeke mezin li Sûriyeyê ye.”

Mihemed Haco diyar kir ku parastina zimanê kurdî berpirsyareke civakî ye û wiha dom da axaftina xwe: "Divê Kurd zimanê xwe biparêzin û ne tenê di boneyan de eleqeyê bidin zimanê. Ziman hebûna gelê me ye û parastina dîroi, çand û nasnameya me ye. Bi zimanê xwe em dikarin siberoja xwe û ya zarokên xwe biparêzin. Hebûna Kurdan jî îro bi parastin û pêşxistina ziman ve girêdayî ye."

Mamoste Mihemed Haco di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku têkoşîna mîsogerkirina zimanê kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê û mafên nifşên bê yê fêrbûna bi zimanê dayikê bidome."

Xwendekarê Peymangeha Tenduristiyê Cûdî Mehmûd jî diyar kir ku destkeftiyên ku di warê zimanê kurdî de hatine bidestxistin berhema têkoşîna bi salan û xwîna şehîdan e.

Cûdî Mehmûd anî ziman ku ew qebûl nakin perwerdeya bi zimanê kurdî 2 saet tenê bin, lê divê bibe zimanekî fermî li welat. Mehmûd bi domdarî got: "Kurdî duyemîn mezintirîn netewe li Sûriyeyê ye. Niha li gel zimanê erebî perwerde bi zimanên biyanî li dibistanan tê dayîn. Divê zimanê me ku zimanê duyemîn e di destûrê de were mîsogerkirin."

Cûdî Mehmûd jî di serî de xwendekar û mamosteyan bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna ji bo fermîkirina zimanê xwe bidomînin.

Xwendekara bi navê Jiyan Osman jî perwerdeya 2 saetan tenê red kir û ev tişt anî ser ziman: "Nifşê nû di salên dawîn de bi zimanê kurdî fêr bûye. Ji ber vê yekê divê bi zimanê xwe perwerdeyê bidomîne. Divê meteryal wergerî kurdî bê kirin."

Jiyan Osman destnîşan kir ku zimanê kurdî ne zimanekî biyanî ye, lê zimanekî resen e divê bibe fermî û di destûrê de were mîsogerkirin.

Jiyanê di dawiya axaftina xwe de bang li mamoste, xwendekar û gelê Kurd kir ku ji bo parastina zimanê xwe û fermîkirina wî di qanûn û perwerdeyê de, têkoşînê bidomînin.

(bb)

ANHA