Nûçegihanê AWˊê Nedîm Oruç hat destgîrkirin

Nûçegihanê AWˊê Nedîm Oruç dema çalakiya ciwanan dişopand ji hêla polîsan ve bi lêdanê hat destgîrkirin.

Nûçegihanê AWˊê Nedîm Oruç hat destgîrkirin
14 ÇILE, 2026   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçegihanê Ajansa Welat (AW) bi lêdanê destgîr kir. Li taxa Nûrê ya Cizîrê ciwanan bi boneya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin, çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan piştî çalakî li dar xistin, polîsan êrişî çalakgeran kir. Dema nûçegihanê AWˊê Nedîm Oruç nûçe dişopand, polîsan ew bi lêdanê destgîr kir. Polîsan Nedîm Oruç li maşîna zirxî siwar kirin û birin qereqolê. Çalakiyên ciwanan jî li kolanan berdewam dike.