Naveroka civîna Rêveberiya Kobanê û parêzgeha Helebê

Di civîna Rêveberiya Kobanê û parêzgeha Helebê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên koçberan, xizemetguzariyê bêne çareserkirin û ji bo Sûriye pêşerojê kar bê meşandin.

Naveroka civîna Rêveberiya Kobanê û parêzgeha Helebê
5 sibat, 2026   17:28
HELEB

Îro Rêveberiya Kobanê û ya parêzgeha Helebê li ser pirsgirêkên koçberan, qutbûna avê, internet û kehrebê civîn çêkirin. Nûçegihana me jî civîn şopand.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane di civînê de ev hatin nîqaşkirin: "Di civînê de gelek xal hatin nîqaşkirin. Yek ji wan xalan dorpêça li ser Kobanê bû, nebûna av, kehrebe û internetê, rewşa koçberan û vegera wan li gundên xwe bi hûrgilî hatin nîqaşkirin. Di vî warî de gelek soz hatin dayîn ku xizmetguzariyên weke av, kehrebe û internet werin çareserkirin.

Em dikarin bêjin ku civîn erênî pêk hat, ji ber ku her du aliyên civiyane soz da ku Sûriyeyek nû ava bikin, têkiliyan hevbeş xurt bikin. Her wiha hat gotin ku di dema rejîma Baasˊê de deverên Kurdan di aliyên ziman, çand, xizmetguzariyê de hatibûn paşguhkirin û wê ev mijar giştî werin çareserkirin."

(fr)