Li herêmên Cizîrê belavkirina alîkariyan li koçberan didome

Xebatên belavkirina alîkariyên mirovî li koçberên li herêmên Cizîrê dimînin bi hevkariya saziyên mirovî û Heyva Sor a Kurd re dewam dikin.

5 sibat, 2026   16:42
QAMIŞLO

Belavkirina alîkariyên mirovî li koçberên li Cizîrê dimînin bi rêxistinkirina sazî, rêxistinên xêrxwazî, hevkariya Heyva Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba dewam dikin.

Girêdayî mijarê, Dezgeha Xêrxwaziyê yê Barzanî bi hevkariya Heyva Sor a Kurd alîkariyên mirovî li koçberên li malên nava taxên Qamişloyê dimînin li Stadyûma 12ˊê Adarê belav kirin. Saziyan 500 paketên ji xurek, pêdiviyên zarokan, madeyên paqijiyê û pêdiviyên bingehîn pêk tê belav kirin.

Belavkirina alîkariyan li koçberên nava malan dimînin, piştî çend roj berê li koçberên li dibistan, mizgeft û navendên demkî dimînin hatin belavkirin, pêk hat.

Hemwextî wê alîkariyên ku Saziya Xêrxwaziyê ya Kerkûkê û Kanala 8 şandine bi hevkariya Heyva Sor û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehba li Hesekê hatin belavkirin.

Li gorî organîzetoran, hejmara kamyonên alîkariyan ên ku gihîştine bajar û bajarokên zêdetirî derket zêdetirî 600 kamyonî. Ev kamyon rêxistin, saziyên xêrxwaziyê yên ji Başûrê Kurdistanê û Ewropa, destpêşxerêyên takakesî pêşkêş kirin.

Aliyên ev alîkarî şandine ev in; Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Kerkûkê, Rêxistina Hana, Yekitiya Bijîşkên Kurd li Almanya, Bloka Helwest a Kurdistanê, Kanala 8, Kanala Rûdaw, Rêxistina VIM, Rêxistina Rojava, gelek rêxistinên dîtir.

Li kêlek van alîkariyan jî, klînîkên bijîşkiyê yên gerok li bajarên Dêrik û Qamişloyê digerin.

Xebatên belavkirina mazotê li tevahî herêmên Cizîrê dewam dikin. Her wiha aliyên eleqedar anî ziman ku hewldanên mirovî wê di demên pêş de ji bo alîkarî bigihînin tevahî koçber û xelkê herêmê bidomin.

(fr)

ANHA