Rêber Abdullah Ocalan berî peymana QSD-Şamê ji kê re çi peyam şand?

Hat zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ê ku di rojên krîtîk de dema şerê li Rojavayê giran bûbû ketiye dewrê, peyamên girîng û hişyarî ji QSD’ê re, ji dewletê re û ji siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re şandine.

Rêber Abdullah Ocalan berî peymana QSD-Şamê ji kê re çi peyam şand?
5 sibat, 2026   17:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), peymana ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re çêkiribû di 30’ê Çileyê de bi raya giştî re parve kir. 

Piştî peymanê agirbest hat ragihandin û tevger li qadê jî zêde bû. Şandeyên girêdayî Şamê hem çûn Kobanê, hem jî çûn Hesekê û Qamişloyê. QSD’ê ji bo Walîtiya Hesekê Nureddîn Îsa Ahmed diyar kir. Xebatên entegrasyonê jî berdewam dikin.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mithat Sancar û Pervîn Buldan, Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan daxuyandin ku Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna vê peymanê de roleke mezin lîstiye.

RÊBER  ABDULLAH OCALAN ÇI HIŞYARÎ DAN?

 Der barê mijarê de, em bi çavkaniyên siyasî yên ku pêvajoya ragihandinê ya li Girava Îmraliyê dizanin re, axivîn. Agahiyên ku DEM Partiyan parve kiribûn hatin piştrastkirin û hat zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de hewldanekî mezin daye.

 Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin; Rêber Apo di pêvajoya şer de hem ji QSD’ê re, hem ji aktorên siyasî yên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê, hem jî ji DEM Partî û rayedarên dewletê re peyam şandiye.

Rêber  Abdullah Ocalan, piştî destpêkirina êrişên li ser Helebê hişyarî da ku heke pirsgirêk neyê çareserkirin û êriş berdewam bikin, dibe ku tabloyeke pir bixwîn derkeve holê. Wî diyar kir ku ev pêvajo xwedî dînamîkekî xeternak e ku dikare sedsala li pêşiya me veguherîne şerekî Kurd-Tirk û Ereban.

Rêber  Abdullah Ocalan peyam da QSD’ê ku ev rewş tenê bi rêya muzakere û diyalogê dikare were sekinandin. Herwiha hat zanîn ku wî peyam şandiye ku heke rêveberiya Şamê berê xwe bide demokrasiyê, hebûna Kurdan bi aşkerayî qebûl bike û mafê temsîliyeta siyasî ya Kurdan nas bike, QSD jî dikare bikeve "pêvajoyeke muzakereyê ya demokratîk".

 PEYAMA JI BO PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD

 Hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji QSD’ê re, lê ji hêzên siyasî yên Kurd (KCK, siyasetmedarên Herêma Federe ya Kurdistanê, DEM Partî...) re jî peyam şandiye. Di peyaman de hişyarî daye ku xeter pir mezin e, ji ber vê xwestiye ku li ser bingeha yekitiya demokratîk xwedî li Rojavayê derkevin.

 JI DEWLETÊ RE PEYAMA 'NEBIN PARÇEYEKÎ PLANÊ'

 Herwiha Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de hişyarî dayê, dewlet û desthilatdarî ye. Li gorî Ajansa Mezpotamya Rêber Abdullah Ocalan ji dewlet û desthilatdariyê re peyama "Nebin parçeyekî plana ku tasfiyekirina Kurdan armanc dike" şand. Wî hişyarî da ku beşdarbûna di êrişan de dê bibe sedema şikestinên mezin û encamên giran û neyînî. Ji dewlet/desthilatdariyê re peyama "roleke pozîtîf bilîzin" şandiye.

 PEYMAN BI NIRÎNA RÊBER ABDULLAH OCALAN PÊK HAT

 Peymana ku di 30’ê Çileyê de hat aşkerakirin, bi piştgirî û îradeya Rêber Abdullah Ocalan ket meriyetê. Hat zanîn ku Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî jî di vê pêvajoyê de rolekî girîng lîstine. Her du serkirdeyan jî di mijara pêkanîna peymanê de alî teşwîq kirin.

Çevkanî: Ajansa Mezopotamya