Komîteya Lêkolînan a NY’yê têkildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê raporekê amade dike

Komîteya Lêkolînan a NYˈê diyar kir ku ew êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopîne û dê meha pêş têkildarî wan raporekê biweşîne.

Komîteya Lêkolînan a NY’yê têkildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê raporekê amade dike
26 ÇILE, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema rûxandina rejîma Baasê ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Ji bo parastina bendavê ji hilweşînê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel ji 8ˈê Çileyê ve çalakiya nobetê li bendavê dike. 

Dewleta Tirk li bendavê jî bi balafiran êrişî gelê sivîl kir. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di encama êrişan de 21 sivîl şehîd bûne û 203 jî birîndar bûne. Di heman demê de bendava ku ceyran û avê dide herêmê ji xizmetê derketiye.

Têkildarî sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî şêniyan û binesaziya herêmê, ajansa me xwe gihand Komîteya Lêkolînan a ji bo Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY).

Li gorî agahiyên ku komîteyê dane ajansa me, komîte sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker dişopîne. Komîteyê diyar kir ku ew ê der barê van sûcan de raporekê di meha Sibatê de biweşîne.

(bb)

ANHA