Nivîskarê Sûdanî: Neteweya Demokratîk a Rêber Apo tekane rêya azadiyê ye

Nivîskarê Sûdanî Zekerya Nemir destnîşan kir ku di nava netew dewletê de ji ber desthilatdariyê azadî nepêkane û got: “Modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ku ne navendîtî, siyaset û pirçandî diparêze. Ji bo azadî û hevsengiyê derfetke mezin e.”

Nivîskarê Sûdanî: Neteweya Demokratîk a Rêber Apo tekane rêya azadiyê ye
10 hezîran, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û Lêkolerê Sûdanî Zekerya Nemir der barê krîz û pirsgirêkên kûr ên li Rojhilata Navîn û Efrîka û modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji Rojnewsê re axivî.

Nivîskarê Sûdanî Zekerya Nemir bal kişand ser pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn û Efrîqa û got: “Di nava netewe -dewletê de ji ber krîzên desthilatdariyê azadî pêk nehatiye. Berovajî bi modela Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ne navendîtî, siyaset û pirçandî diparêze. Ji bo azadî û hevsengiyê derfetke mezin e.”

Zekerya Nemir anî ziman ku civaka li nav dijî rû bi rûyê krîzên kûrin ku ne hema demkî ne, krîzên bingehîn ji ber nakokiyên dîrokî, siyasî, aborî û çandî pêk hatine. Nivîskar û Lêkolerê Sûdanî Zekerya Nemir wiha pê de çû: “Di rewşên wiha de berpirsyariyên mezin dikeve ser milên rewşenbîran. Divê ne tenê weke rexne deng jê derkeve divê xwedî helwest be, xwedî kêrhatiyên nirxandinan û rêya çareseriyê destnîşan bike. Sîstemên siyasî yên li herêmê çi rejîmên dictator û çi jî nîv-demokratîk û serdestin rê li ber azadiya raderbirînê digirin. Ev yek dibe sedem ku civak bi krîzan re tim rû bi rû bimînin. Derbasbûna ji vê rewşê pêwîstî bi hevgirtineke xurt a di navbera rewşenbîrên rasteqîn yên xwedî cesareteke çandî û beşên din ên civakê de heye. Rêxistinên mîna ciwanan, jin, sazî û dezgehên sivîl hene bi hêviya ku guherînên siyasî û civakî bidest bixin.”