Çeteyên DAIŞ’ê gule li Hêzên Ewlekariyê barandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê kantona Dêrazorê êrişî dewriyeyeke wan kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Dema ku dewriyeyeke hêzên me li bajarokê El Hisan a gundewarên rojavayê Dêrazorê erka xwe ya parastinê û aramiyê pêk dianî, ji aliyê endamên şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê ve htiye gulebarankirin. "
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di êrişê de ti ziyan li endamên wa nebûye û "Hêzên me yekser li herêmê li êrişkaran geriyan û tedbîrên ewlehiyê yên li derdora herêmê zêde kirin".