Jinên Qamişloyê: Bila sûcdar werin dadgehkirin

Li bajarê Qamişloyê jinan destdirêjiya li wêneyên şehîdên jin şermezar kir û gotin bila sûcdar werin dadgehkirin.

Jinên Qamişloyê: Bila sûcdar werin dadgehkirin
16 cotmeh, 2026   05:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Jinên ji bajarê Qamişloyê bal kişandin ser destdirêjî li wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî û banga dadgehekirina berpirsên wê kirin.

Dayîka şehîd Reşo Emîne Amîn got: "Em weke malbatên şehîdan bûyerên li Hesekê qewimîn şermezar dikin, xwediyên fitnê destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kir, zarokên me ne tenê ji bo xwe şehîd bûn ew ji bo hemû gelan çi Kurd, Ereb û Suryan be, şehîd bûn. Em fitnê qebûlnakin."

Wedha Wankî pêvajoya berê bi bîr xist û got: "Me dest bi projeya xwişk û biratiya gelan kir lê hin hene ku li dijî hevgirtina civakê ne ji ber vê yekê fitnê derdixin û bi hemû rê û rêbazan hewl didin ku pêvajoya entegreyê bi rê ve neçe û Ereb û Kurdan ji hevdû dûr bixin. Her wiha destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kirin, em bi tundî şermezar dikin ew ji exlaq û nirxên mirovahiyê dûr in."

Endama nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed jî têkildarî destdirêjiya li wêneyên şehîdên jin hatî kirin axivî û got: "Êrîşa li ser navenda Meclisa Malbatên Şehîdan, nivîsgeha PYD`ê li taxa Xiwêran û sembol û wêneyên şehîdan, destdirêjî ye. Em di vê pêvajoyê de behsa entegrekirina demokratîk, jiyana hevbeş di navbera Kurd, Ereb, Ermen, Çerkes û Suryanan dikin lê hinek alî hene hewldanên fitnê dikin û hewl didin xelkê herêmê li hevdû bikeve."

Di dawiyê de Îlham anî ziman ku daxwaza wan ew e ku hemû kesên destê wan di van kiryaran de heye werin cezakirin û got ev yek ji aliyên hikûmî tê xwestin.

(np)

ANHA