Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Ebas Memo de dayîkan gotin wesîqeya şehadeta şehîdan ji bo wan, serfirazî û serbilindî ye. Her wiha diyar kirin ku bi hezaran dayîkan di merasîmên oxirkirina ciwanên xwe de nîşaneyên serkeftinê bilind kirin.

Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
Dayîkên şehîdan soza şopandina rêya zarokên xwe dan
18 kanûn, 2023   18:22
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê, gundên derdorê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê hêzên Komandos ên QSD`ê şehîd Ebas Mehmo bûn. 

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsêxan Gulo axivî û got: "Destpêka şoreşa Rojava, ciwanên herêmê ref bi ref tev li parastina herêmê bûn."

Şemsêxan wiha domand: "Gelek dayîkan di merasîmên oxirkirina cenazeyên ciwanên xwe de, nîşaneyên serkeftinê bilind kirin. Soz dan ku madem sax in ew nîşane dê her tim bilind be. Em ê bibin bendeke asê ku zarokên vî welatî û destkeftiyên şehîdan biparêzin. Wesîqeyên şehadeta ciwanên me, ji bo me serfirazî û serbilindî ye."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan axivî û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.

Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişlo Minîce Hesen jî axivî û soz da ku têkoşînê berdewam bikin.

Şêniyên Qamişlo, cenazeyê şervanê hêzên Komandos şehîd Ebas Mehmo vê sibê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartibûn.

(şx)

ANHA