Nimûneyeke jiyana komînal 

Firyal Cembelî û hevjînê wê Qasim Şiwêş ji bo pêşxistina xebata komînal dest bi sererastkirina rêya gundê xwe û gundên derdorê kir û kêlên goran bê pere çêdikin.

Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
Nimûneyeke jiyana komînal 
27 nîsan, 2024   06:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Firyal Cembelî û hevjînê xwe Qasim Şiwêş yên ji gundê Dêro Kevnik ê herêma Aliya ya navçeya Çilaxa hewl didin alîkariya gundiyên xwe bikin û giyanê hevkariyê û hevgirtinê bi pêş bixin.

Qasim Şiwêş xwest kortikên li ser rêya gund û yên gundên derdorê sererast bike. Xwediyê kaneke kevir li gundê Xirbê Cehwa xîz dayê da ku kortikên li ser rêya gundê xwe û gundê Teyb û Dêrna Axê pê tijî bike.

Qasim b kortikên li ser rê, bi qasî 12 kîlometreyan tijî kirin û vî karî 3 rojan dewam kir. Her wiha rêwiyên di rê re derbas dibûn û şêniyên gund jî alîkariya wî kir. Vê jî kir ku şênî bi awayekî komînal dest bi alîkariya Qasim bikin û rêyên gundên xwe sererast bikin.

KÊLEGORAN BÊ PERE ÇÊDIKIN

Li rex sererastkirina rêyan, Qasim û hevjîna xwe Firyal û heta zarokên wan kêlegoran bê pere çêdikin. Heta niha 66 kêl çêkirine. Der barê vê yekê de Firyalê got: "Em dixwazin giyanê hevkariyê û parvekirinê di nava xelkê de biafirînin, ji bo ku bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û alîkariya hev bikin.”

Firyal wiha domand: “Gundên me û xweşikkirina wan, berpirsyariya me ne. Divê em vî karî ji şaredariyê re nehêlin û bi hev re kar bikin.”

Firyal bal kişand ser hevgirtina şêniyên gund û got: “Şêniyên herêmê yek in. Divê em alîkariya hev bikin. Kêl biha ne, ji ber wê wek cureyeke alîkariyê me dest bi vê xebatê kir."

Di dawiyê de Firyal bang kir ku giyanê hevkarî û parvekirinê were sepandin da ku civakeke komînal a demokratîk ava bibe ku her kes tê de di nava aştî û ewlehiyê de bijî.

(şx)

ANHA