Dema dawîn a avakirina komîteyên hilbijartinê diyar bû

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Hisên El Şêx dema bidawîbûna avakirina komîteyên komîseriyê li 7 kantonan aşkera kir.

Dema dawîn a avakirina komîteyên hilbijartinê diyar bû
27 nîsan, 2024   04:10
REQA
EHMED EL ESAF

30`yê Gulanê dê hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê bikin. Li gorî komîseriyê niha reşnivîsa qanûna dabeşkirina rêveberiyê tê hazirkirin ku dê di demeke nêz de bê derxistin. Ev qanûn dê hejmara şaredariyan, sînorên wê yên rêveberî, hejmara niştecihan li her herêmekê û şaredariyekê diyar bike.

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Hisên El Şêx aşkera kir ku çaverê ye 3 mîlyon kes tev li hilbijartinên şaredariyan bibin.

El Şêx da zanîn ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dest bi avakirina komîteyên xwe li 7 navendan kiriye û got: "Tê payîn ku hefteya bê avakirina komîteyan bi dawî bibe. Dive meclisên gelan ên demokratîk ên 7 kantona komîte û endamên wê erê bike."

Komîteyên komîseriyê dê piştre komîteyên hilbijartinan di nava kantonan de û li ser asta bajar, navçe û bajarokan ava bikin.

(şx)

ANHA