ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-04-2024

Şêniyên navçeya Til Koçer diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û got: "Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin. "(BI WÊNE Û DÎMEN).
Şehîd Xebat Tirkmen, bi hêz û israra xwe, duristî û wefadariya xwe navdar bû. Xwe li ser xeta fedaîtiyê bi pêş xist û ji bo ku nifşên bê rêya azadiyê temam bikin, bû pirek. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Hisên El Şêx dema bidawîbûna avakirina komîteyên komîseriyê li 7 kantonan aşkera kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Hevserokê Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku hevjîna serçeteyekî DAIŞ`ê ya ji Îtalyayê û 2 zarokên wê ji kampê hatine revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Firyal Cembelî û hevjînê wê Qasim Şiwêş ji bo pêşxistina xebata komînal dest bi sererastkirina rêya gundê xwe û gundên derdorê kir û kêlên goran bê pere çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo gerîlaya şehîd Zîn Zagros merasîmê sersaxiyê li gundê Yarmaz ê Kobanê li dar dixe. Saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Meclisa Demokratîk a Kantona Reqayê civîna hilbijartina endamên komîseriya hilbijartinan a kantonê li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn di roja duyemîn de li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê dewam dike, saet 09.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şehîd Adil Îbrahîm re dixwazin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
Çalakiya hefteya çandê li otêla Eyn Dîwar li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dest pê dike. Saet 17.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA