Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kir

Nîjadperestên Tirk li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê êrişî zarokekî sûriyeyî kir û di encamê de zarok ketiye komayê.

Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kir
23 tîrmeh 2024   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nîjadperestên Tirk li bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê êrişî zarokê bi navê Izedîn El Esanî (15) ê ji Sûriyeyê kir.

Tora El Erebiye ku ev agahî parve kiriye, diyar kir El Esanî bi malbata xwe re li bajarê Kayserî dima lê piştî ku li dijî sûriyeyiyan tundiyê li wî bajarî dest pê kir, destpêka Tîrmehê li Îzmîrê bi cih bûye.

Hate zanîn dema El Sanî di şûştina erebeyan de kar dikir, nîjadperestên Tirk êrişî wî kiriye û di encamê de bi giranî birîndar bûye; hestiyê serî, poz û diranên wî şikestine.

Her wiha hişê El Sanî jî çûye. Malbatê diyar kir ku bavê êrişkar gef li wan xwariye ku heke gilî bikin dê tevî kurê wan ê birîndar ji Tirkiyeyê derxin.

(şx)