Nexweşiya grîbê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde bûne

Ji ber kêmbûna sotemeniya germkirinê û dorpêça hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, hejmara nexweşên grîbê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde bûye.

4 kanûn, 2025   04:25
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji ber nebûna sotemeniya germkirinê û dorpêça li ser her du taxan, nêzîkî 400 kes bi nexweşiya grîbê (arsimê) ku piraniya wan zarok û pitik in, ketine.

Ji meha Îlonê ve, hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê rê li ber ketina pêdiviyên bingehîn bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, her wiha sotemeniya germkirinê digire.

Bijîşka zarokan Dr. Jînda Moskiro ya li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Ferec diyar kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hatina zivistanê re şewba grîpa demsalî zêde bûye.

Jînda Moskiro got: "Rojane 150-200 zarokên bi grîbê ketine têne nexweşxaneyê, her wiha gelek kesên mezin jî tên.”

Jîndayê destnîşan kir ku nexweşî li gorî salên berê zûtir û bi nîşanên girantir belav dibe. Jîndayê diyar kir ku sedemên sereke yên vê şewba berfireh nebûna sotemeniya germkirinê ya ji ber dorpêçê ye. Her wiha pirtûbûna hejmara şêniyên taxê jî dihêle ku nexweşî zûtir belav bibe.

Jînda Moskiro destnîşan kir ku piraniya bûyeran sivik in û ne cihê fikaran in. Lê pitik, zarok û kesên bi nexweşiyên kronîk wekî nexweşiyên sîng û dil, hewceyî çavdêrî û lênêrînê ne, da ku nebe nexweşiyeke giran.

Jîndayê bal kişand ser girîngiya lênêrîna bijîşkî ya ji bo pitikan dema ku nîşanên grîbê li wan xuya bikin, ji ber ku pergalên wan ên parastinê qels in û eger zû neyên dermankirin dê rewşa wan xerab bibe.

ANHA