Lûtkeya Behrêynê ji bo Sûriyeyê bang kir

Di encamnameya Lûteya Tevekariyê ya Kendavê de banga rêzdariya li yekpbarbûna xaka Sûriyeyê û têkoşîna li dijî tundrewî û provokasyon hatin kirin. Destwerdana derve di kar û barên Sûriyeyê de jî hat redikin û piştgiriya peymana entegrasyona saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin.

Lûtkeya Behrêynê ji bo Sûriyeyê bang kir
3 kanûn, 2025   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Bilind a Konseya Tevkariyê ya Welatên Kendava Erebî  îro lûtkeya 64’an li Behrêynê li dar xist. Di dawiyê de encamnameya lûtkeyê hat aşkerakirin.

Di encamnameyê de ku cihek ji bo Sûriyeyê hate dayîn, banga rêzgirtina li serdestiya Sûriyeyê, serxwebûna wê û yekparbûna xaka wê hat kirin. Her wiha destwerdanên derve di kar û barên navxweyî yên Sûriyeyê hatin redkirin.

Di encamnameyê de hate destnîşankrin ku ewlehî û istiqrara Sûriyeyê bingeha esasî ya ewlehiya herêmê ye.

Di encamnameyê de tevî cûreyên tundiya li Sûriyeyê hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin ’’Divê li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî şer bi rêyên aştiyane werin çareserkirin da ku aştî  û ewlehiya herêmî û navneteweyî werin parastin. Divê têkoşîn li dijî teror, tevlihevî, tundrewî û provokasyonan bê kirin. Her wiha divê rêz li pirrengiyê bê kirin û bêrêzî li baweriyên din neyê kirin. ’’

Konseyê piştgirî da peymana 10’ê Adara 2025’an a entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava saziyên dewletê de. Hate gotin, bi pêkanîna peymanê re dikare rêgeha avakirina saziyên dewletê temam bibe û yekitiya nîştimanî û pêkvejiyan li Sûriyeyê pêk werin.

Konseya Bilind êriş û binpêkirinên domdar ên Îsraîlê yên li Sûriyeyê şermezar kirin. Her wiha   bang li tevahî aliyên sûriyeyî jî kir zimanê aqil û diyalogan esas bigirin, pêşî li bangên parçebûnê bigirin û hevgirtina gelê Sûriyeyê xurt bikin da "Meşa avakirina dewleta nû ya Sûriyeyê temam bibe."

Konseya Bilind di encamnameyê de piştgirî da hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên eleqeya bi koçber û penaberên Sûriyeyê re û xebatên wê yên ji bo vegera wan ya ewle û dilxwaz. Konseyê hewlên guhertina demografiya Sûriyeyê red kirin û bang li Sekretêrê Giştî yê NY’yê kir ku nûnertiya NY’yê li Sûriyeyê ava bike.

(bb)