Newroz, jin û peyamên berxwedanê - HÊVÎDAR XALID
“Newroza 2024`an cuda bû.” Axaftinek e ku ji aliyê gelek kesên beşdarî pîrozbahiyan bûne yan li ser medyayê temaşe kirine, tê gotin. Rast e, eleqeyeke mezin ji bo vê cejna neteweyî ya kurdî ya biharê hebû. Tevlêbûna jinan a pîrozbahiyên Newrozê vê carê cuda û xwedî heybeteke mezin bû. Asta tevlêbûna wan ne li gorî ku dihat texmînkirin, ji ber ku ji her alî ve reng û dengê jinan bal dikişand.
Jinan qadên Newrozê; ji herêma Şehbayê ya ku koçberên ji Efrîna dagirkirî lê dimînin, heta bajarên Heleb, Minbic, bûka Firatê an ku Reqayê, bajarê Xabûra Hesekê, heta bajarê Qamişlo ku destpêka serhildana Kurdan a siyasetên rejîma Baasê ye, ber bi bajarê ku gelek pêkhate û çand lê hene, xemilandin. Tevlêbûna jinan sereke, bi nirx û bê hempa bû. Jinan rola xwe di van pîrozbahiyên girseyî û biheybet de ku hêvî û pêşbiniya siberojeke xweş didin, geş kirine.
Li tevahî qadên pîrozbahiyên Newrozê, rengên cil û bergên kurdî yên jinan serdest bûn. Her rengek çîrokekê vedibêje, her bergek peyamekê dide dijberî têkoşîna jinan. Ya balêştir xebat û dirûşmên jinan, govendên wan ên gelêrî ku li ser dikên pîrozbahiyê pêşkêş kirine. Çalakiyên jinan bi xwe nameyeke xurt ji bo dijberên wan û têkoşîna wan e, ji ber jin bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd ku li hemû herêman bûbû dirûşma Newroza îsal, daxwaza azadiya xwe dikin.
Qadên Newrozê ku bi destên jinan hatine xemilandin, rengekî bidewtir da xwezaya derdorê. Komên ku beşdarî pîrozbahiyan bûne xweşikbûneke nû da Newrozê û derbeyeke giran li siyasetên pergala kapîtalîzmê ya ku hewl dide gelan ji hêmên wan ên çandî û civakî tecrîd bike û nefesan bi temamî qut bike. Lê tevahî jinan bi yek dengî gotin, em bi çanda xwe, bi reseneiya dîroka xwe, bi huner û resengiya şarestaniya xwe li vir in.
Stran, helbest, slogan, govendên gelêrî û dirûşmên hatin berzkirin hewayeke bi coş da pîrozbahiyan. Girseya jinan a li qadên Newrozê hêz û israra têkoşîna li hemberî tevahî astengî û zehmetiyên jinan da.
Li Kobanê jinan girê Miştenûrê bi awaz û tilîliyên xwe xemiland. Li Dêrikê jî jinên bi temen xelkên govendê yên ku ciwanan kêfxweş dikin, gerandin. Li Qamişlo û Hesekê jî giyanên jinên ji tevahî gelan bi rihê Newrozê û meşaleya wê ya pêketî bûne yek. Li Şehba û Helebê jî nîşaneya serkeftinê bi sozdayîna ku stratejiya wan a siberojê tolhildana ji dijmin re be, her li ba bû.
Li Reqa, Minbic û Tebqayê jî jinan bi dirûşma têkoşînê bi israr, hêza îradeyê ya li hemberî terora ku jiyana wan wêran dike, germahî da girse. Jinan peyam dan ku ji bo avakirina Sûriyeke azad a pirreng a nenavendî, ya bêyî nîjadperestî ya dûrî hişmendiya Baas û DAIŞ’ê xeta têkoşînê bidomînin û dê meşaleya Newrozê dê tu carî veneemire. Xelkên govendan ên li qadên pîrozbahiyên van bajaran îfadeya diyar a hêz, bawerî û îsrara jinan a domandina têkoşîna azadiyê ye.
Hevgirtina biteybet a jinan û hebûna wan a li rêzên pêşîn ên pîrozbahiyên Newrozê nameyeke xurt ji bo dijminan e. Jinan di vê nameyê de xwestin diyar bikin ku dê li hemberî siyasetên qirkirina çandî ku ji dijmin dixwazin li ser wan ferz bike û destkeftiyên wan têk bibe, bisekinin.
Belê jin li rêzên pêşîn ên pîrozbahiyan bûn, ji be ku ew in ên herî zêde tiyê azadiyê ne. Jinan bi dengekî bilind gotin: “Ev Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ev fedakariyên têkoşînê ye. Em li ser soza xwe ne heta roja azadiyê hilê û rêya gelên serfiraz ronî bibe.”
(bb)
ANHA