Agirbesta li Xezayê hat erêkirin

Encûmena Konseya Ewlekariyê ya NY'ê pêşniyara biryara agirbesta li Xezayê erê kir. Li gorî biryarê dê tevahî dîl werin berdan û alîkariyên mirovî bigihîjin Xezayê.

Agirbesta li Xezayê hat erêkirin
25 adar 2024   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku îro Encûmena Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyra biryara ji bo agirbesta li Xezayê di civînekê de nîqaş kir û pêşniyar erê kir.

Li gorî pêşniyara biryarê, dê li Xezayê di navbera Hemas û Îsraîlê de heta dawiya meha Remezanê agirbest pêk were, kesên dîl hatine girtin bêyî merc werin berdan û alîkariyên mirovî bigihîjin Xezayê.

Hat gotin ku Amerîkayê pêşniyara biryarê red nekir. Ev jî yekemîn pêşniyara biryara agirbesta li Xezayê ye ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya NY’ê ve tê erêkirin. Berî niha 4 pêşniyar ji bo agirbesta li Xezayê hatibûn red kirin.