3 milyon îmze hatine komkirin
Însiyatîfa Azadiya ji bo Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku komkirina îmzeyan didome û ji 3 milyonî zêdetir îmze hatine komkirin. Komkirina îmzeyan dê heta 4`ê Nîsanê dewam bike.
9`ê Sibatê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kiribû. Kampanya heta niha dewam dike.
Der barê mijarê de endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku kampanya bi coşeke mezin ji milê şêniyan ve tê pêşwazîkirin û ev agahî da: “4`ê Nîsanê kampanya dê bi daxuyaniyekê bê bidawîkirin.”
Nûha Omer da zanîn ku hedefa wan 3 milyon îmze bû û got: “Niha bûye 3 milyon û 17 hezar îmze. Ev îmze li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Hema, Hums û Şamê hatine komkirin.”
Nûha Omer bal kişand ser şandina nameyan ji bo rêxistinên hiqûqî û tenduristî jî û diyar kir ku wan name li ser navê sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li herêmê ji bo lêpirsîna rewşa Rêber Abdullah Ocalan kom kirine û ji 12 rêxistinên navneteweyî yên wekî Meclisa Mafên Mirovan, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (The Human Rights Watch), Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Dijmirovî ya Ewropayê (CPT), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Ewropayê, Nivîsgeha Dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Meclisa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî, Bijîşkên Sînornenas, Rêxistina Tenduristiyê ya NY’yê (WHO) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY`ê re şandine.
ANHA