Kursiyên Kurdan li 4 parêzgehan bi dest xistine

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Kurdan li Kerkûkê 7 kursî garantî kirine.

Kursiyên Kurdan li 4 parêzgehan bi dest xistine
19 kanûn, 2023   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Kurdan li Kerkûkê 7 kursî garantî kirine ku ji wan 5 kursî YNK’ê bidest xistin û  di hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê pileya yekem bidest xist. Herwisa Kurdan li parêzgeha Nînova û Zîqar zêdetirî 6 kursî, li parêzgeha Diyala yek kursî û li parêzgeha Selahedîn jî yek kursî bidest xistiye.

Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Iraqê encamên destpêkê yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li paytext Bexdayê eşkere kirin.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê wiha ne:

Parêzgeha Kerkûkê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî

Koalîsyona Erebî: 3 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): 2 kursî

Ereba: 1 kursî

Qiyade: 2 kursî

Parêzgeha Selahedîn

Ezmî Medenî Sivîl: 2 kursî

Îtarî  Wetenî: 2 kursî

Siyade: 2 kursî

Hezim li gel YNK’ê: 2 kursî

Cemahîr: 5 kursî

Teqadûm: 2 kursî

Parêzgeha Diyale:

Dialatûna: 4 kursî

Teqadûm: 4 kursî

Siyade: 3 kursî

Ezim: 2 kursî

Îstîqaq: 1 kursî

Esas: 1 kursî

YNK: 1 kursî

Parêzgeha Nînova:

Nînowa Lîehlîha: 5 kursî

PDK: 4 kursî

Ehlî Nînova li gel YNK’ê: 5 kursî

Teqadûm: 2 kursî

Siyade: 2 kursî

Hedba: 2 kursî

Peymana Netewî: 3 kursî

Hewiye Wetenî: 2 kursî

Wetenî Litecidîd: 1 kursî

Hezim: 2 kursî

Ezim: 1 kursî