Netanyahu xwest UNIFIL ji başûrê Lubnanê derbikeve

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku hêzên UNIFIL ji başûrê Lubnanê derxîne.

Netanyahu xwest UNIFIL ji başûrê Lubnanê derbikeve
13 cotmeh, 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got , divê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hêza NeteweyênYekbûyî (UNIFIL) ji herêmên şer ên li Lubnanê derbixe.

Netanyahu anî ziman ku "Redkirina derxistina hêzên UNIFIL wê bihêle ku ev hêz bibe rehîn di destê Hizbullah de."

Hêzên UNIFILˈê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê rasterast baregehên wê dike hedef.

Hedefkirina UNIFILˈê di qadên navneteweyî de û ji aliyê DYAˈyê ve hat rexnekirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku nêzî 10 hezar leşkerên UNIFILˈê li başûrê Lubnanê li ser sînorê Îsraîlê hene.

(bb)