Li kolanên Amedê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" 

Bi hezaran kesên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bûn, ji gelek deverên bajêr dest bi meşa azadiyê kirin.  bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" diqîre. Ji gelek deverên bajêr meşa azadiyê destpê kir. Ciwanên Amedê li tevahiya kolanên navçeya Rezanê a bajarê Amedê bi dirûşma “Azadiyê” dimeşin. 

Li kolanên Amedê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" 
13 cotmeh, 2024   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya “Mitînga Azadiyê” ku dê li Amedê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” bê lidarxistin, Qada Stasyonê hate dorpêçkirin. Li ser vê yekê girse li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. 

Bi hezaran kes li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû hate gel hev. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî tev li hevdîtina li vir bûn.

Gel tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" diqîre. Ji gelek deverên bajêr meşa azadiyê destpê kir.

Her wiha Ciwanan jî, li hemû kolanên navçeya Rezanê a bajarê Amedê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin. 

LI GEL ASTENGIYÊ JÎ MEŞ DEWAM DIKE

Girseya gel a ji Mêrdîn û Şirnexê ji bo tevlîbûna li meşa 'azadiyê' bir ê ket, gihîşt navçeya Xana Axpar a Amedê. Li hemberî astengiya polîsan meşa ber bi navenda Amedê destpê kir. Gel li ber stranên Kurdî dimeşe.

Baskê ji Rihayê bi rê ketî, di ketina Amedê li Noqteya Polîsan a Pîrînçliyê hate sekinandin. Li ser vê yekê, girseyê ber bi navenda Amedê ve dest bi meşê kir.

Girseyê gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz dike. 

Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan ciwanan.