Netanyahu têkildarî helwesta Hemasê daxuyanî da

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu der barê helwesta Hemsê ji plana Trump de got ku tevger “bi zorê yan jî bi lihevkirinê” dê dev ji çeka xwe berde.

Netanyahu têkildarî helwesta Hemasê daxuyanî da
4 cotmeh, 2025   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu got: “Bi zorê yan jî bi lihevkirinê Hemas dê dev ji çeka xwe berde.”

Netanyahu di civîneke çapemeniyê de wiha domand: “Min fermanên xwe dane şandeya îsraîlî yak u çûye Misirê ji bo ku plana Trump binirxîne, heta çend rojan danûstandinan bike. Hemas ji ber zextên leşkerî neçar man, plana Trump qebûl bike.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, tevgera Hemasê hişyar kiribû ku bersivê dereng nehêle û gotibû: “Divê hûn bilez bikin, ez we efû nakim.”

Tevgera Hemasê jî plana Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, erê kiribû.

(şx)