Netanyahu: Serokê Hamasê Mihemed Sînwar hat kuştin

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku serokê Hamasê yê li Xezeyê Mihemed Sînwar hate kuştin.

Netanyahu: Serokê Hamasê Mihemed Sînwar hat kuştin
28 gulan, 2025   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe ya roja çarşemê de ragihand ku serokê Hamasê yê li Xezeyê  Mihemed Sînwar hatiye kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya Mihemed Sînwar birayê wî Yehya serokatiya tevgerê dikir. Yehya Sînwar, di Cotmeha 2023’yan de êrişa li dijî Îsraîlê organîze kiribû ku ev êrîş weke destpêka şerê berdewam dike, tê qebûlkirin. Her wiha piştî ku Îsmaîl Heniye di 31’ê Tîrmeha 2024’an de li Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hate kuştin, ew weke serokê komê yê herî pilebilind hatibû tayînkirin. Yehya Sînwar, di 16’ê Cotmehê de li bajarê Refahê di encama êrişeke Îsraîlê de hatibû kuştin.