‘Divê êdî mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

Xelkê bajarê Kobanê diyar kir ku 26 sal e Rêber Abdullah di zindanê de ye û divê mafê hêviyê jê re were dayîn.

‘Divê êdî mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
29 gulan, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Xelkê bajarê Kobanê derbarê mafê hêviyê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Wehîda Seyîd Ehmed diyar kir ku ew silavên xwe ji bajarê Kobanê heya Îmralê ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin û ev tişt anî ser ziman: "Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin, ji ber ku êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev bû çi qas sal tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apo mirov ji tunebûnê kir hebûn, lewma dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Apo dide meşandin. Dewleta Tirk dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bibin, lê berovajî vê yekê gel tu carî ne ji ramanên Rêber Apo nayê qutkirin."

Cîhan Bozan destnîşan kir ku dewleta Tirk qala aştiyê dike, lê di pratîkê de tiştekî bi navê aştî tune ye û wiha got: "Rêber Apo 26 sal e di zindanê de ye. Dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze gel ji Rêber Apo qut bike. Em wek gelê Kobanê û hemû kesên azadîxwaz, em ê her tim ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşin heta ku em rêberê xwe di nava xwe de dibînin û hembêz dikin."

Cîhan anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha wê pê de çû: "Êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, divê mafê hêviyê ji Rêbertî re were dayîn.”

Hecî Qulaxazî da zanîn ku kesên zêdetirî 25 salan di zindanê de namînin, ji wan re mafê hêviyê heye, lê dewleta Tirk hemû pîvanan binpê dike û wiha got: "Hemû gel û pêkhateyên di Rojhilava Navîn de çavên wan li deriyê Îmraliyê ne, em hêviya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne ku wî bi coş û heyecaneke mezin hembêz bikin."

ANHA