Di foruma vegera ewle ya koçberan de garantiyên navneteweyî şertê pêşîn bû

Beşdarên foruma diyalogê ya ji bo Sûriyeyiyên ji warên xwe koçber bûne diyar kir ku pêwîstî bi misogerkirina vegera ewle di bin garantiyên navneteweyî de, hesabpirsîna kesên sûc û binpêkirin li hermên Sûriyeyê yên dagirkirî kirine, heye.

28 gulan, 2025   21:36
QAMIŞLO

Rêxistina Pêl bi hevrêziya Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Koçberên Serêkaniyê forumeke diyalogê bi navê "Pêşî veger" li xwaringeha Zohrîban a bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di forumê de de koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, çalakvan, lêkoler û hiqûqnas amade bûn.

Di forumê de 3 mijarên têkildarî makanîzmaya vegera koçberan li warên xwe, binpêkirin û sûcên berdewam ên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Lêkolerê meydanî Welîd El Şêx bixêrhatina beşdaran kir û got: "Vegera ewle ne tenê maf e, her wiha ew pêwistiyek e divê ji bo pêkanîna wê xebat were kirin. Armanca forumê jî makanîzmayên vegerê, ne tenê wesifandina rewşa heyî, nîqaş bike."

Cîgira hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulistan Elî û hevserokê Desteya Karûbarên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed, mijara yekemîn a li ser gavên cîbicîkirinê û astengiyên girêdayî vegera koçberan nîqaş kirin.

Ehmed diyar kir ku divê dosyaya şêniyên bi darê zorê hatine koçberkirin ji pêşîniyan be û çi biryar der barê vegerê de bên dayîn, divê ewle û rûmet be.

Şêxmûs Ehmed got: "Divê dosyaya xelkê bi darê zorê koçber bûne ji dosyaya pêşîn be û biryara der barê vegerê de divê ewle û rûmet be. Ji bo pêkanîna vê yekê pêdivî bi hewldanên cidî hene."

Gulistan Elî jî diyar kir ku berdewamkirina sûcan vegerê asteng dike û divê parastina guncaw ji bo koçberên dixwazin vegerin herêmên xwe peyda bibin.

Piştre kesên amade pirsên xwe yên der barê pirsgirêkên koçberkirina bi darê zorê û binpêkirinên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, kirin. Beşdaran binpêkirinên hatine kirin bi "sûcên dermirovî" bi nav kirin û banga hesabpirsîna sûcdaran kir.

Her wiha beşdaran got vegera niha ne ewle ye, ji ber ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk hîna li wan herêman in. her wiha li ser rola civata navneteweyî jî beşdaran got saziyên navneteweyî ew weke qurbanî nas nekirin û alîkariya pêwist pêşkêşî koçberan nekir. Beşdaran xwest ku stasyona avê ya Elokê bê xebitandin.

MIJARA DUYEMÎN: ROLA KOMBENDÊN XWECIHÎ

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl, nûnerê Kombenda Efrîn a Civakî Îbrahîm Heftaro û nûnera Kombenda Koçberiya bi darê zorê Şêrîn Îbrahîm li ser girîngiya avakirina kombendan ji bo parastina mafên koçberan û birêvebirina danûstandinên li ser vegerê, axivîn.

MIJARA SÊYEMÎN: BELGEKIRIN Û EDALET

Nûnerê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku ji bo pêkanîna edaletê û hesabxwestinê ji sûcdaran belgekirina binpêkirinan merca herî sereke ye.

Nûnera Rêxistina Sûriyeyî ji bo Rastî û Edaletê Fayze Yûsif jî girîngî da belgekirina sûcan li gorî pîvanên navneteweyî ji bo avakirina dosyayên qanûnî li ser asta navneteweyî.

Forum bi gelek pêşniyaran bi dawî bû û wiha ne:

Ji bo misogeriya vegera ewle ya koçberan zext li dewleta Tirk were kirin.

Garantiyên navneteweyî ji bo pêvajoya vegerî dûrî destwerdanên komên çekdar.

Dosyaya koçberan bibe dosyaya sereke ya saziyên hiqûqî yên navneteweyî.

Stasyonê avê ya Elok jinûve were pêxistin û çavkaniyên jiyanê li dijî koçberan wekî çek neyên bikaranîn.

Alîkariya darayî ji koçberan re were pêşkêşkirin, ku bikarin jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

Hesab ji kesên sûc û binpêkirin li herêmên dagirkirî kirine were pirsîn.

(mh/fr)

ANHA