Netanyahu li Washingtonê ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo hevdîtina serokê DYA’yê Donald Trump gihîşt Washingtonê.  Li Qeterê jî bi armanca agirbestê û serbestberdana girtiyan careke din dan û standinên nerasterast ên di navbera Îsraîlê û Hemasê de dest pê kirin.

Netanyahu li Washingtonê ye
7 tîrmeh, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump îro gihîşte Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Hate diyarkirin ku Trump û Netanyahu dê li ser gihîştina lihevkirinekê ji bo bidawîanîna şerê li Xezayê û serbestberdana girtiyên Îsraîlê yên ku ji aliyê Hemasê ve hatine ragirtin dan û standinan bikin.

Hate zanîn ku Netanyahu dê îro bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’ê Marco Rubio û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff re jî hevdîtinê bike.

Li gorî agahiyên ku du çavkaniyên Filistînî dane Reutersê, "bi armanca agirbestê îro li Qeterê dan û standinên nerasterast ên di navbera Hemas û Îsraîlê de yên careke din dest pê dikin."

 Çavkaniyan gotin, şandeya Îsraîlê xwedî nêrîneke têrker nebû ku bi Hemasê re bighêîje lihevkirinekê. Lê Netanyahu aşkera kir ku ligel şandeya dan û standinan a Îsraîlê talîmatên zelal hene da ku bi şertên ku Îsraîlê qebûl bike, bigihîjin lihevkirina agirbestê.

Çavkaniyek Filistînî ya agahdar jî ji AFP’ê re got, dan û standin dest pê kirine û "helwest û bersiv bi rêya navbeynkaran hatine parvekirin."

Her du çavkaniyên Filistînî yên agahdar destnîşan kir ku pêşniyara dawîn ya ku ji aliyê DYA’yê ve hatiye kirin, ji agirbesta 60 roj pêk tê. Li gorî pêşniyarê, divê Hemasê di nava van rojan de 10 girtiyên zindî û hin cenaze radestî Îsraîlê bike, li bramberî wê jî divê girtiyên filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de werin berdan.

 Donald Trump roja Yekşemê gotibû, derfeteke baş heye ku vê hefteyê bi Hemasê re peymanek ji bo berdana girtiyan ji Xezayê û agirbestek çêbibe.

Netanyahu beriya ku biçe Washingtonê duh gotibû, dibe hevdîtina bi Trump re bibe wesîleya gihiştina lihevkirineke der barê Xezayê de.

(bb)