Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir: 10 birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsrîalê 2 êriş li başûrê welat pêk anîne, di encamê de 10 kes birîndar bûne.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir: 10 birîndar
7 tîrmeh, 2025   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Operasyonên Awarte yên Tenduristiya Giştî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku artêşa Îsraîlê li Birc Rahhal a navçeya Sûrê êriş pêk anî, di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li gorî heman navendê, li bajarokê Zerariyê yê navçeya Seydayê jî êriş hat kirin, di encamê de zarokeke keçîn birîndar bû. Navendê diyar kir ku zaroka birîndar di bin çavdêriya awarte ya bijîşkî de ye.

Ajansa Nûçeyan Nîştimanî ya Lubnanê jî da zanîn ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê derengiya şevê ket herêma Xilet Werda ya sînorî û derdora bajarokê Îta El Şeib.

Tevî rêkeftina agirbestê ku di 27’ê Mijdara 2024’an de ket meriyetê, Îsraîl li başûr û rojhilatê Lubnanê û li taxên başûrê Beyrûtê êrişên hewayî pêk tîne.

Li gorî peymanê gereke Hizbullah ji herêma başûrê Çemê Lîtanî ( 30 km ji sînorê Îsraîlê) vekişe û tesîsên wêyên leşkerî li wir werin hilweşandin, divê artêşa Lubananê û UNIFIL’ê li wir bi cih bibin.

 (bb)