Heyeta Îmraliyê bi Hevserokên DEM Partiyê re hevdîtin kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re civiya.

Heyeta Îmraliyê bi Hevserokên DEM Partiyê re hevdîtin kir
7 tîrmeh, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar beriya bi Serokkomar Tirkiyê bi Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bînin, bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re civiyan. 

Endamên Heyetê û Hevserok li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civiyan. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Piştre jî Heyet dê biçe Qesra Serokkomariyê Tirkiyê û bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî dê di hevdîtinê de amade bin.