Netanyahu fermanda "êrişên xurt" li dijî Şerîda Xezayê da

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da artêşê ku êrişên hewayî yên xurt li dijî Şerîda Xezayê pêk bîne. Li hemberî wê Hemasê diyar kir ku ji ber "binpêkirinên Îsraîlê" proseya radestkirina cenazeya rehîniyekî rawestand.

Netanyahu fermanda "êrişên xurt" li dijî Şerîda Xezayê da
28 cotmeh, 2025   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî tevgera Hemasê bi binpêkirina agirbesta bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kir, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da artêşê ku êrişên hewayî yên "xurt û lez " li dijî Şerîda Xezayê pêk bîne. 

Girêdayî wê, Hemasê got ku Îsraîlê "agirbest bin pê kir" û ji lew re wê proseya radestkirina cenazeya rehîneyekî taloq kir.

Îsraîl diyar kir ku Hemas di radestkirina cenazeyên girtiyan de ne cidî ye da ku di qonaxa yekê ya agirbestê de bimîne û negihîje qonaxa duyê ya bêçekkirinê.

Hemasê jî îdiayên Îsraîlê red kirin û diyar kir ku ji ber şerê leşkerî û wêraniya li Şerîda Xezayê û qedexeya derbaskirina amûrên nûjen ên lêgerînê bûne sedema derengmayîna derxistina cenazeyan.

(mh/fr)