Hemasê ragihand ku cenazeyê rehiyekî din dît

Tevgera Hemasê ragihand ku ew ê cenazeyê rehîneyekî din ku li tuneleke Şerîda Xezayê dîtiye radestî Îsraîlê bike.

Hemasê ragihand ku cenazeyê rehiyekî din dît
28 cotmeh, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê ragihand ku wê cenazeyê rehîneyekî din ê Îsraîlî di tuneleke li Şerîda Xezayê dîtiye û ew ê wî radestî Îsraîlê bike.

Hemasê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "Îsraîl hewlên lêgerîna cenazeyên rehîneyan û windayên Ii Şerîda Xezayê asteng dike."

Duh jî Hemasê cenazeyê rehîniyekî Îsraîlê radestî Komîteya Xaça Sor kiribû. Desthilatên Îsraîlê jî diyar kiribû ku cenazeyê wergirtine ne yên 13 girtiyên li Xezayê bû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû ku "Hemasê parçeyên ji laşê rehîniyekî Îsraîlê berê wergirtibû, radestî Îsraîlê kir û bi vê yekê Hemasê lihevkirina agirbestê bin pê dike."

Netanyahu diyar kir ku "Ew ê ji bo bersivdayîna "binpêkirinên Hemasê ji bo peymana Xezayê" bi saziyên ewlekariyê re nîqaş bike.

(mh/fr)