Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in

Sewalvanên bajarê Şedadê û gundewarê wî diyar kir ku hişkesalî û buhabûna êmê bandor li bihayên sewalan jî kiriye. Sewalvanan da zanîn ku ji bo peydakirina êm ew neçar bûn ku hin sewalên xwe bifiroşin.

Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
Sewalên Şedadê ji ber hişkesalî û bihabûna êm rûbirûyî gefan in
29 cotmeh, 2025   07:30
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Li başûrê kantona Cizîrê bi taybetî li bajarê Şedadê û gundewarê wî pêleke hişkesaliyê heye. Di encamê de bandor li sewalvanan û jiyana wan a rojane kiriye. Ji ber kêmbûna baranê bihayê êm zêde bû û barê sewalvanan giran kir. 

BIHAYÊ ÊM PIR BILIND BÛYE

Li sûka Hedadiyê ya 22 kîlometreyan li bakurê bajarê Şedadê e, dîmena rojane ya ku sewalvan dijîn dixuye. Sewalvan Ebdulmecîd El Ehmed got ku hişkesalî û zêdebûna bihayê êm hişt şiyana hilberîna wan kêm bibe.

El Ehmed diyar kir ku kîloyek kayê gihîşt 2 hezar lîreyan. Kîloyê tovê êm jî gihîşt 4 hezar lîreyan. Vê bihabûnê hişt ku gelek sewalvan neçar bibin qîsmekî ji pezê xwe bifiroşin.

El Ehmed destnîşan kir ku hin sewalvanan beşek mezin ji pezên xwe ji ber kêmbûna êm û bilindbûna lêçûnên lênêrîna rojane ji dest dane û hişyarî li ser berdewamkirina rewşê da û got dibe ku hejmara sewalên li herêmê di çend mehên bê de bi awayekî berbiçav kêm bibe.

BIHAYÊN SEWALAN BI AWAYEKÎ NISBÎ SABIT E, LÊ TEVGERA KIRÎN Û FIROTINÊ LEWAZ E

Bazirganê sûka Hedadiyê Cemal El Selûh der barê tevgera sûka sewalan de got: "Nirxên pez bi awayekî nisbî sabit e, lê tevgera kirîn û firtonê pir lewaz e. Her mihek ji 2.5 heta 3 mîlyon lîreyan e û yê beranan ji 2.5 heta 4 mîlyonan e. Berx jî ji 1.5 heta 2 mîlyonan e."

El Selûh diyar kir ku bilindbûna bihayên êmê û hişkesaliya berdewam hişt ku lêçûna rojane ya xwedîkirina her sewalekî bigihîje 10 hezar heta 15 hezar lîreyan û ev jî barê sewalvanan giran dike.

TEVGERA KIRÎN Û FIROTINÊ LEWAZ E

Girêdayî heman mijarê, bazirgan Riyad El Ebdullah diyar kir ku ji ber şert û mercên zehmet tevgera kirîn û firotinê gelekî lewaz bûye û got sedema vê tevgera lawaz ew e ku lêçûna xwedîkirinê bilind bûye û şênî ji ber rewşa aborî nikarin bikirin.

PÊWÎSTÎ BI DESTWERDAN Û PIŞTGIRIYÊ HEYE

Sewalvanên Şedadê got êdî rewş nayê tehemûlkirin û destwerdana aliyên eleqedar ê pêwîstiyeke ku êm bi bihayek guncaw were peydakirin, li hember hişkesaliyê weke kolandina bîran, çareserî bên peydakirin.

(mh/fr)

ANHA