Netanyahu: Em dikarin bi azad li başûrê Lubnanê tev bigerin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku hêzên Îsraîlê yên ku li başûrê Lubnanê bi awayekî azad li dijî gefên rasterast an jî gengaz tev digerin.

Netanyahu: Em dikarin bi azad li başûrê Lubnanê tev bigerin
22 hezîran, 2026   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku leşkerên Îsraîlê xwedî destûr in ku her gefek ku wan an niştecîhên bakurê Îsraîlê hedef digire têk bibin û destnîşan kir ku artêş di vî warî de "bi tu sînorkirinek re rû bi rû namîne".

Netanyahu anî ziman ku "Ez li pişt şervanên xwe me û tevahiya netewe li pişt wan e."

Netanyahu di dawiyê de got Îsraîl dê heya ku pêwîst be li "herêma ewlehiyê" ya li başûrê Lubnanê bimîne û da zanîn ku armanc parastina niştecîhên bakurê Îsraîlê û hemû welatiyên dewletê ye.

(fr)