Ukraynayê êrişî Voronezh kir; 5 kes hatin kuştin

Di êrişa Ukraynayê ya li ser tesîske pîşesaziyê ya herêma Voronezh a Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn.

Ukraynayê êrişî Voronezh kir; 5 kes hatin kuştin
22 hezîran, 2026   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê herêma Voronezh a Rûsyayê Alexander Gusev ragihand ku îro di êrişa Ukraynayê ya li ser herêmê de 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Êrişê zirareke mezin gihand tesîseke pîşesaziyê û agir pê ket ku paşê hate vemirandin.

Gusev di posteke li ser Telegramê de diyar kir ku êrişê zirareke mezin gihand tesîseke ku li qeraxa çepê ya Çemê Voronezhê ye. Parastina hewayî ya Rûsyayê diyar kir ku çend hedefên hewayî li ser herêmê hatine xistin.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku wê kargehek ku pêkhatên elektronîkî yên ku di çêkirina mûşekên Rûsyayê de têne bikaranîn, hedef girtiye. Wê tesîs wekî hêmanek sereke ya pîşesaziya parastinê ya Rûsyayê, bi taybetî di hilberîna pêkhatên pergala mûşekên Iskander de, bi nav kir.

(fr)