ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-06-2026
23 hezîran, 2026   02:00

- Endama Koordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn û got “Em ê ji bo azadiya jinan tê bikoşin û li ber xwe bidin.” BI WÊNE Û DÎMEN

- Li Sûriyeyê, bîranîna qurbaniyan bi hesabên dewletan re tev li hev dibe û daxwazên ji bo hesabdayînê bi nakokiyên desthilatdariyê ve girêdayî ne. Tirsa herî mezin ew e ku nebûna edaletê bibe çirûska ku welêt, careke din, vegerîne rewşa xwe ya berê.

- Şêniyên Qamişloyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya naskirina sertîfîkayên dibistanên Rêveberiya Xweser erênî nirxand. Şêniyan daxwaza naskirina bawernameyên zanîngehên Rojava jî kir û xwest zimanê kurdî wekî zimanekî fermî were pejirandin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên Girkê Legê girîngiya yekitiya neteweyî ya Kurdan vegot û got heke Kurd bûn xwedî yek helwestê dê bikarin maf û destkeftiyên xwe biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hiqûqnasê Hisên Neiso li ser zêdebûna bikaranîna zimanê nefretê li Sûriyeyî hişyarî da û got ev yek li ser aştiyê talûkeyeke mezin e.

- Komîna Fîlman a Rojava dest bi kişandina kurtefîlma `Ku Rêya` kir. Ew kurtefîlm li ser çîroka zarokekî ku tundî lê tê kirin, tê kişandin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 12 sal berê ‘girtina heta mirinê’ wek îşkence bi nav kir, lê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi taktîka “dirêjkirina demê” biryarê sabote dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Rêveberiya Dibistanan a bajarên Rojava karnameyên dibistanan a sala xwendinê ya 2025/2026ˊan, li tevahî dibistanan li xwendekaran belav dike, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Wê sibe şêniyên bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina bilindkirina bihayê sotemeniyê çalakiyekê li dar bixin, saet 10.00ˊan. BI WÊNE  Û DÎMEN

- Partiya Yekitiya Suryanî li nêzî avahiya parêzgeha Hesekê bi daxwaza azadiya mafên gelê Suryanî li Sûriyeyê û naskirina zimanê wan weke zimanekî fermî çalakiyekê li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelakê bajarê Kobanê şehîdên komkujiya Kobanê î Helincê bi çandina daran li Pakrewangeha Şehîdên Komkujiya Kobanê û gundê Berxbotan û pêxistina mûman li Mûzexaneya Şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr tîne, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN