Netanyahu dema berdana girtiyên Filistînê taloq kir û Hemas bersiv da 

Netanyahu serbestberdana girtiyên Filistînî  taloq kir û merasîma "Heqaretê" ku Hemasê yê ji bo serbestberdana girtiyên Îsraîlê li dar dixe wekî sedema talqokirinê destnîşan kirin.

Netanyahu dema berdana girtiyên Filistînê taloq kir û Hemas bersiv da 
23 sibat, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vê sibehê got "Heya Hemasê merasîmê heqaretê yê serbestberdana rehînên îsraîlî bi dawî bike" dê serbestberdana girtiyên Filistînî ya li gorî peymana agirbesta Xezayê were taloqkirin.

Nivîsgeha Netanyahu bi daxuyaniyekê got "Ji ber binpêkirinên domdar ên Hemasê, nemaze merasîmê heqaret ku rûmeta rehînênê me kêm dike û bikaranîna rehînan ji bo propogandayan, em biryar didin ku serbestberdana terorîstên (Filistînî) ku biryar bû duh hatibana berdan, taloq dikin."

Tevgera Hemasê bi rêya berdevkê xwe Ebdulletîf El Qanû neberdana beşa 7’an a girtiyan wekî binpêkirina peymanê bi nav kir. Hemas bang li navbeynkar û garantorên peymanê kir ku zextê li Îsraîlê bikin bila rêzê li peymanê bigire.

Rêbaz  û merasîma Hemasê ya serbestberdana girtiyan ku tê de gelek girtî dadikevin ser dika merasîmê û axaftinan hat rexnekirin. Neteweyên Yekbûyî merasîm şermezar kir û wekî "Pêşandana girtiyan" nirxand.

Hemasê rexne red kirin û diyar kir ku merasîma radestkirinê yekitiya Filistîniyan nîşan dide.

Di çarçoveya agirbesta Hemas û Îsraîlê de, diviyabû duh 620 girtiyên Filistînî li beramberî 6 girtiyên Îsraîlê hatiban berdan.

(bb)