Li Derayê gorek din a komî hat dîtin

Li bajarê Derayê gorek din a komî hat dîtin. Tê texmînkirin zêdetirî 50 term di gorê de hebin.

Li Derayê gorek din a komî hat dîtin
23 sibat, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya SANA’yê, duh li bajarê Îzrai yê girêdayî Derayê gorek komî hat gotin. Tê texmînkirin zêdetirî 50 term di gorê de hebin. 

SANA’yê diyar kir ku "5 cenaze tenê ji gorê hatine derxistin, lê ji ber rewşa hewayî derxistina cenazeyên din tê astengkirin."

Di Çileya îsal de jî li bajarê Senemên ê bakurê Derayê gorek komî hatibû dîtin. Di 16’ê Kanûna 2024’an de li mezreya Kiwêtî ya derdora bajarê Îzrail ku di bin kontrola çekdarên "Dîfa El Wetenî" de bû gorek din a komî hatibû dîtin. Di gorê de jin û zarok jî di nav de 31 cenaze hatin derxistin.

(bb)