torek revandina welatiyan hat girtin

Nivîsgeha Dij Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke revandin û şantajkirina welatiyan girt.

torek revandina welatiyan hat girtin
23 sibat, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku Nivîsgeha Dij Sûcan 10’ê Sibatê şebeyeke revandin û şantajkirina welatiyan girt.

Navenda Ragihandinê der barê mijarê de ev agahî parve kir "Nivîsgeha Dij Sûcan 10’ê vê Sibatê li bajarê Hesekê toreke ji 3 kesan girt ku kiryarên revandin û şantajkirina welatiyan dikir. Her sê kes dema ev kiryar dikirin cilên leşkerî bi kar dianîn.

Kesek beriya demekê ji aliyê torê ve hatibû revandin û piştre karibû xwe ji wan xilas bike, serî li hêzên me da û gilî kir. Ev kes der barê bûyerê de agahî dane me. Piştî lêkolîn û komkirina agahiyên pêwîst, hêzên me cihê torê tesbît kir û operasyoneke serdegirtinê ya serketî li dar xist. Di encama operasyonê de tawanbar hatin girtin û miqdareke çekên wan hat desteserkirin."

Hate diyarkirin ku endamên torê di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku wan ji bo standina fidikiyê  karên revandin û şantajkirinê dikirin.

Hate destnîşankirin ku endamên torê sewqî dadgehê hatin kirin da ku li gorî qanûnan werin cezakirin.

Di dawiyê de bang li welatiyan hat kirin ku eger tevgerên biguman bibînin serî li hêzên ewlekariyê bidin.

(bb)