Di roja 4ʹan de Meşa Dirêj bi biryardarî dewam dike

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja çaremîn de li bajarê Essenê berdewam kir.

Di roja 4ʹan de Meşa Dirêj bi biryardarî dewam dike
19 îlon, 2024   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li bajarê Essenê berdewam kir. Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li Qada Hîrschlandplatzê li hev civiyan û bi qasî 17 kîlometreyan meşiyan.

Ciwanên ku di bin dorpêça polîsan de dest bi meşê kirin, bi biryardarî çalakiya xwe berdewam kirin.

Di meşê de bê navber belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin, tecrîda li Îmraliyê ji derdorê re hate vegotin.

Li kolanên Essenê timî dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Meşa ciwanan wê sibe li bajarê Duisburgê bi dawî bibe.