Nêrînên rûspiyên herêmê der barê Hevpeymana Civakî de

Rûspiyên Reqayê rola ku di Hevpeymana Civakî ya nû de ji êl û eşîran re hatiye dayîn, bi erênî nirxand û destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî derfetên berfireh dide êlan.

 Nêrînên rûspiyên herêmê der barê Hevpeymana Civakî de
16 kanûn, 2023   04:40
REQA
MIHEMED XELÎL

Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12’ê Kanûnê Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kir û kete meriyetê.

Di hevpeymanê de 4 beşên sereke û 134 made hene. Mafên tevahî pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger dike.

Di madeya 61`an de hatiye gotin Rêveberiya Xweser nirxên dîrokî yên êlan bi rêbazekê ku xizmeta pêşketinê û jiyana aştiyane bike, misoger kirine lê adetên êlan ên li dijî hevpeymanê qebûl nake.

Rûspiyê êla El Sebxa Tirkî El Sewan têkildarî mijarê got: “Hevpeyman Civakî, ji bo Rêveberiya Xweser mîna destûrekê ye. Di heman demê de mafên gel tev de parastin. Armanca wê, parastina mal û milkan, perwerde, tenduristî û tevahî qadên civakî ye.”

El Sewan diyar kir ku di hevpeymanê de rola êlan li herêmê hatiye parastin û got: “Ji dema herêm hatiye rizgarkirin, êlan bi awayekî çalak rola xwe lîst. Di Rêveberiya Xweser û avakirina wê li tevahî kantonan de, nêrîna wan hebû.”

Her wiha El Sewan destnîşan kir ku di Hevpeyaman Civakî de teqezî bi rola çalak a êlan hatiye kirin ku herêm parastin û di mijarên girêdayî gel û êlên li herêmê de, nêrîna wan hatiye girtin.

Rûspiyê êla El Welda Yusif El Esed jî got: “Hevpeyman, maf û azadiyan ji tevahî pêkhateyan re misoger dike. Di rojên bê de dê encamên erênî yên hevpeymanê diyar bibin.”

El Esed di dawiyê de got: "Beriya derxistina hevpeymanê, êlan roleke mezin lîst. Lê piştî erêkirina wê, rola wan mezintir bû, ji ber ku hevpeymanê girîngiyeke mezin daye êlan.”

(şx)

ANHA