Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin

Jinên efrînî yên li Kampa Berxwedan diyar kir ku ji ber dorpêç û tunebûna mazotê gelek zehmetiyan dikişinin lê bi berxwedan û têkoşîna xwe dê dorpêçê têk bibin.

Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
Jinên li Kampa Berxwedan: Bi siyaseta dorpêçê em nayên xapandin
16 kanûn, 2023   06:39
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên ku li Kampa Berxwedan dijîn, têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê, ji ajansa me axivîn.

Eyşe Mihemed diyar kir ku ji ber dorpêça hikmeta Şamê di nava zehmetiyên mezin de dijîn û wiha anî ziman: “Em gelek zehmetiyan dikişînin. Li vir ne kehrebe, mazot û ne jî derman hene. Edî ji ber dorpêça li ser Şehbayê dixtor nikarin nexweşan bibînin. Ez gelekî nexweş im. Di nava van konan de em ê çi bikin? Em li ser agir ji zarokên xwe re avê germ dikin, lê ev dûman ji min re qet ne baş e. Lê di nava konên berxwedanê de ji bilî berxwedanê vebijerkeke din nîn e.”

Her wiha koçbera bi navê Nediye Îbo destnîşan kir ku 22 roj e li Şehbayê kehrebe tune ye û wiha got: “Em 22 roj e bê kehrebe ne û em di taritiyê de dijîn. Ne ji tava rojê be em nikarin bi roj xwe germ bikin. Bi şev betanî heye. Ji bo em avê ji zarokên xwe re germ bikin û serê wan bişon, divê em mazotê bikirin. Mazot bi 13 hezar lîre ye. Lê berxwedana me ji dorpêça hikumeta Şamê xurttir e.”

ANHA