Ji ber êrişan cotkar nikarin berhemên xwe berhev bikin

Cotkarên li Minbicê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin berhemên xwe berhev bikin.

Ji ber êrişan cotkar nikarin berhemên xwe berhev bikin
Ji ber êrişan cotkar nikarin berhemên xwe berhev bikin
Ji ber êrişan cotkar nikarin berhemên xwe berhev bikin
16 kanûn, 2023   05:35
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Gundên derdora Minbicê û yên nêzî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rojane têne hedefgirtin. Di encamê de ziyan û zirar çêdibin. Bi destpêkirina mewsima berhevkirina zeytûnan re, êriş zêde bûn. Ji ber wê cotkar nikarin berhemên xwe berhev bikin. 

Cotkarê bi navê Ebdullatîf Hesen ê ji gundê Dendeniye got: “Topbarana dijwar a li dijî gundên me, bû sedem jiyan raweste. Ji ber wê kesek nikare biçe zeytûnên xwe berhev bike. Zarok nikarin biçin dibistanan. Heta em nikarin ji gund derkevin.”

Hesen diyar kir ku welatiyên ku zeviyên wan ên zeytûnan hene ji ber topbarana dijwar nikarin berhemên xwe berhev bikin, ev jî rewşa aborî xirabtir dike ji ber ku zeytûn jêdera debarê ye û nikarin terka malên xwe bikin û li derveyî gund kar bikin.

Hesen wiha domand: "Dagirkerî û çeteyên wê difikirin ew dikarin me bidin koçberkirin, lê nikarin ji ber ku ji bo parastina vê axê ema made ne canê xwe feda bikin. Em bi ax, dar û kevirê xwe ve girêdayî ne. Çi dikin bila bikin em dev jê bernadin û dê li ber xwe bidin."

Welatiya bi navê Emîne Cerah a ji gundê El Mehsene yê rojavayê Minbicê got dema tevî malbata xwe hewl dane bigihêjin nav zeviyên xwe hatine hedefgirtin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Zeytûn, jêdera debarê ya sereke ye li herêmê. Her roj em hewl didin biçin nav zeviyan ji bo ku zeytûn berhev bikin lê dewleta Tirk û çeteyên wê nahêlin û me dikin hedef."

Emîne nerazîbûna xwe li hember helwesta rêxistinên mirovî yên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan nîşan da û got: "Ewqas sal rewşa herêmê dibînin, di topbaranê de çiqas kes şehîd bûne. Tenê temaşe dikin. Lê çi dibe bila bibe û her çiqas dagirkeriya Tirk hedefgirtina me zêde bike, em dev ji axa xwe ber nadin. "

‘EM BI HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ RE NE’

Munîfe El Hemîd ê ji gundê El Farat got: "Gunehê me çi ye ku me topbaran dikin. Em dev ji ax û welatê xwe bernaadin. Em xwediyê wê ne, em nahêlin tu kes me jê derxe. Em ê hevgirtî bin, bi hêzên xwe yên leşkere bin û li erdê xwe bin. Heta ji wê zêdetir em zarokên xwe teşwîq dikin ku biçin dibistanê ji ber ku em dixwazin nifşekî zana ava bikin."

‘EM HÊZA XWE JI HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ DIGIRIN’

Welatiya bi nave Ebîr el Hesen ê ji gundê Seyade jî diyar kir ku ji ber hedefgirtin û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, nikarin berhemên xwe berhev bikin û wiha domand: "Em ji wan êrişan natirsin û zarokên xwe jî natirsînin. Em di wan de berxwedanê, girêdana bi axê diçînin. Ji bo axa xwe em van zehmetiyan tehemul dikin û heta mirinê em jê dernakevin."

Ebîr di dawiyê de îşaret bi hevgirtina şêniyêna bi hêzên leşkerî re kir û got: "Ciwanên me li hember wan êrişan li ber xwe didin. Ev êriş wan natirsîne. Em hêzê ji hêzên xwe yên leşkerî digirin. Mayîna wan li eniyên şer, moralê dide me û girêdana me bi axê zêdetir dike."

(şx)

ANHA